Artêsa Tirkiyê û çekdaran êrîs gundekî Girê Spî kir: Leskerekî Sûrî birîndar bû
PeyamaKurd - Artêşa Tirkiyê û komên çekdarên girêdayî wê êrîş birin ser gundekî bajarê Girê Spî yê hatiye dagirkirin û di wê êrîşê de leşkerekî Sûriyê birîndar bû.
Li gorî çavkaniyên herêmê, îro artêşa Tirkiyê û komên çekdar êrîşî gundê Evdiko yê Girê Sipî kirin û di encamê de leşkerek artêşa Sûriyê brîndar bû.
Hêjayî bibîrxistinê ye, piştî êrîşên Tirkiyê yên dagirkirina Girê Spî û Serê Kaniyê, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Rêveberiya Rojava daxwaz ji rejîma Şamê kiribû deverên sînorî ji êrîşên Tirkiyê biparêzin û leşkerên Sûriyê li hin herêmên sînorî hatibûn bicîkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin