Di tûra duyem de Muharrem Ince namzedê HDPê ye

07 June 2018 16:31 0 dîtin
Di tûra duyem de Muharrem Ince namzedê HDPê ye

PeyamaKurd- Ahmet Şık ku di HDPê de namzetê Îstanbolê yê parlementeriyê ye ragihand ku hilbijartina serokkomariyê bimîne cara duyê, wê endamê CHPê Muharrem İnce destek bikin. Şık got: “Endîşeyên me û CHPê yekin.”

Berê dema ji HDPê dihat pirsîn eger hilbijartina serokkomar bimîne tûra duyem wê HDP piştgiriya kî bike de, bersivên ne zelal didan. Niha aşkera gotin ku wê desteka xwe bidin Muharrem İnce.

Şik, weha dewam kir: “Ez li ser navê hilibjêrên Kurd naaxifim lê li ser navê aqil û wijdana hevpar diaxifim. Ji ber ew kesên ku ne hilbijêrên HDPê ne lê qiymeta hebûna HDPê di parlemenetoyê de dizanin, xweşbîniyeka wisa nîşanî HDPê didin, ez bawerim wê hilbijêrên HDPê jî wisa qiymetê bidin wan. Bi sedema ku endîşeyên me yekin.”