HDP: Di tûra duyem de em ê destekê bidine Muharrem Ince!
PeyamaKurd- Wekîlê HDPê yê Mêrdînê Mithat Sancar got ku heke em nemînin tûra duyem dibe ku em destekê bidine Muharrem İnce.
Wekîlê HDPê yê Mêrdînê Mithat Sancar di derbarê hilbijartina 24ê Hezîranê de daxuyaniyek da.
Li ser pirseke ku dibêje; Dibe ku Selahattin Demirtaş ji hepsê derkeve? Sancar wiha got: “Heke Selahattin Demirtaş ji hepsê derkeve, wê ji %20an bistîne. Ji ber vê yekê ez bawer nakim ku wî derxin.
Sancar wiha dewam kir: Li gorî anketên me, rayên HDPê nêzîkî %12an e. Lêbelê heke em hîleyan jî bidin ber çavên xwe, dibe ku em di bin bendê de jî bimînin.
Li ser pirsa tûra duyem jî Sancar wiha got: Heke em nemînin tûra duyem em ê destekê bidine Muharrem İnce. Lê belê divê CHP jî nêrîna ji bo me biguherîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin