Di xeta metro de teqîn çêbû û 1.400 rêwî hatin tehliyekirin
PeyamaKurd – Li payîtexta Meksîkayê li Mexico City di xeta metro de trafo teqiya û 1.400 rêwî hatin tehliyekirin. Teqîn di nav rêwiyan de bû sedema panîkê û jiyana 1.400 rêwiyan ket nav talûkê. Lê hêzên ewlehiyê xwe gihandin rêwiyan û wan bi alavên xwe tehliye kirin.
Di teqînê de kes nemiriye û serdozgeriya Mexico City li ser bûyerê lêpirsînê daye destpêkirin. Ev cara duyê ye ku di metro de teqîn çêdibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin