Di yekem salvegera peymana Soçiyê de li Kobanî dewriya Rûs-Tirk birêve çû
PeyamaKurd – Hêzên artêşa Tirkiyê û polîsê leşkerî yê Rûsyayê di çarçoveya rêkeftina Soçiyê ya 22yê Cotmeha 2019an de, ku mebest dûrxistina heta 30 km ji sînoran a hêzên HSDê bû, dewriyeyeke hevbeş li Rojavayê Kobaniyê gerandin.
Hat zanîn ku di dewriyeya hevbeş de 4 panzêrên Rûsyayê, 4 panzêrên Tirk û 2 helîkopterên Rûsyayê cî girtin û dewriyê ji gundê Xerîb ê li ser sînorê rojhilatê bajarê Kobaniyê dest pê kir.
Dewriye piştî gera çavdêriyê ya li ser gundên Eyn Bet, Qeremox, Ceyşan, Xerbîsan, Bexdik, Serzûrî û Xanê car din vegeriya xalak destpêkê ya gundê Xerîb.
Dewriyeyên hevbeş ên herdu welatan li Rojavayê Kurdistanê, piştî peymana 22yê Cotmeha 2019an a Soçiyê ku di navbera Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan de hatibû girêdan û piştî dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê hatibûn destpêkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin