Dibe ku Amerîka sala bê balyozxaneya xwe ya Moskowê daxe
PeyamaKurd – Ajansa France Press (AFP) bi zarê çavkaniyên dîplomatîk ragihandiye ku dibe Amerîka balyozxaneya xwe ya li paytexta Rûsya Moskowê sala bê daxe.
Dîplomatan ji AFPyê re diyar kirine, heger çareseriyek ji zêdekirina hejmara vîzeyên dîplomatan re neyê dîtin hişyarî dane ku dibe sala bê hemû xebatên xwe rawestînin.
Rayedarekî ji Wezareta Derve ya Amerîkayê gotiye, ji bo balyozxane vekirî bimîne çi ji destê wan bê ew ê bikin, lê ji ber kêmbûna xebatkar û kadroyên balyozxaneyê wê ev kar pir zehmet bibe û neçar bimînin sala pêşiya me xebatên balyozxaneyê bidin rawestandin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Rûsya destûrê nade kesên ji welatên sêyem jî li balyozxaneya Amerîka bixebitin û ew neçar kirine zêdetirî 200 rûsên di erkên cuda de dixebitîn jî kar bên derxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin