"Dibe sefareta Amerîkayê di bin agirê berxwedêran de bimîne”
PeyamaKurd- Serokê tevgera Sadr Muqteda Es Sadr got eger welatê wan di navbera şerê Îran û Amerîka de bimîne, wê car din balyozxana Amerîkayê bê girtin û vê derê di nava agir de bimîne. Sadr bi awayeka nivîskî weha ragihand:
“Bo min mijara herî girîng ew e ku welatê min bi awayê siyasî û îdeolojîk nekeve nava şerê navbera Trump, Netenyahû û Îranê. Di navbera mijarên ku ez girîngiyê didimê yek jê ev e.”
Sadr got ku her diçe mudaxeleya bi Iraqê re zêde dibe û kûr dibe. Lewra endîşeyên wî her roj zêdetir dibin û weha dewam dike:
“Eger Iraqê bixin nava şerekî weha, wê balyozxana Amerîkayê ya Bexdayê bê girtin. Wê balyozxaneya Amerîkayê di bin agirê berxwedêran de bimîne.”
Sadr dixwaze bo parastina sînorên Iraqê ji şerê navbera Îran û Amerîkayê, divê tûxayên leşkerî û polîsan di bin serokatiya serokwezîr Adil Abdulmehdî de bên danîn. Sadr xwest ku hêzên şî’ayan yên Haşdî Şabî ji Sûriyê vekişin. Eger li wê derê bimînin vateya wê ew e ku Iraqê dahf didin ber bi şerekî de.
Sadr ragihand ku divê di navbera Iraq û Îranê de peymanên dualî bên îmzekirin û yên li ser bingeha “rêzgirtina ji hukumraniya welatan” bin. Bo aştiyê divê di navbera Iraq, Îran û Erebistana Si’ûdî de peymaneka sêqolî bêkirin.
Sadr balê kişand ser têkiliyên navbera merciên Şîa yên di derveyê Iraqê û têkiliyên Ezher û serokê rûhanî yê Katolîkan Papa Franciscus û heyetan bo hev bişînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin