Dîdem Arslan ji ‘kurdîaxêvan’ lêborîn xwest, Baroya Wanê doza 'heqaret û piçûkxistinê' lê vekir

25 August 2021 15:01 0 dîtin
Dîdem Arslan ji ‘kurdîaxêvan’ lêborîn xwest, Baroya Wanê doza 'heqaret û piçûkxistinê' lê vekir

PeyamaKurd - Baroya Wanê, bi hinceta piçûkxistina ziman û neteweyekê giliyê pêşkeşvana televizyoneke Tirk Dîdem Arslan kir. Arslan di bernameya xwe de ji keçeke bi telefonê beşdar bûbû û xwestibû bi Kurdî biaxive re gotibû, “Bi tirkî biaxive, ev der Komara Tirkiyeyê ye. Zimanê Rojhilatê em nizanin” û telefon bi ser de dabû girtin.

Dîdem Arslan a ku bi xwe jî kurdeke ji Sêwasê ye piştî bertekên zêde yên raya giştî ya Kurd îro Çarşemê li ser medya civakî xwedî li gotinên xwe derket û dawiyê jî got, ti pirsgirêka min bi kurdî re nîne, heger min dilê kurmancîaxêvan hiştibe lêborîna xwe dixwazim.

Tevî ku di vîdyoya ji bernameyê hatiye belavkirin de, Dîdem Arslan bêyî kurdî bilêv bike gotiye, ‘Zimanê rojhilatê’ em nizanin jî di lêborîna xwe de dibêje, min gotineke wiha nekiriye.

 Baroya Wanê îro Çarşemê li Serdozgeriya Komarê ya Wanê giliyê Dîdem Arslan kir û di daxwaznameya serlêdana dozê de diyar kir, Yilmaz tawana “bi awayekî eşkere piçûkxistin” û “tawana dijminahiyê” kiriye. 

Baroyê di daxwaznameyê got: “Pêşkeşvanê îma kiriye ku weke di Komara Tirkiyeyê de ji xeynî tirkî axaftina zimanên din qedexe ye û axaftina kesên ji netewên cuda ya bi zimanekî din sûc e û bedelekî vê heye. Dê di lêpirsîna ku dozgerî bide destpêkirin de were dîtin ku gumanbar bi rêya çapemeniyê neteweyekê û zimanekî çawa piçûk dixe û kêmî xwe dibîne. Piştî dijminatiya gumanbar a li dijî kurdî bi hezaran kesan li ser medya dîjîtal bertekên xwe nîşan dane. Ji ber dijminatiya li dijî kurdî û gelê kurd em dixwazin di çarçoveya lêpirsîna dozgeriya we bide destpêkirin de gumanbar were cezakirin.”