Dijberê derziya korona yê 34 salî ji koronayê mir
PeyamaKurd – Li amerîkayê dijberê derziyên vîrusa koronayê Stephen Harmonê 34 salî ji ber pêketina vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest da.
Stephen Harmon li Los Angeles jiyana xwe dewam dikir û bi parvekirinên medya civakî yên dijberiya derziyên koronayê hatibû naskirin.
Hin parvekirinên Harmon parvekirinên wekî; “99 pirsgirêkên min hene, lê yek ji wan jî ne derziya korona ye”, “Ne amûra henasedanê Xweda mirov baş dike” kiribûn û herwiha polîtîkaya Joe Biden a derzîkirina koronayê jî şibandibû Şahidên Yehovayê.
Harmon piştî ku bi koronayê ketibû, ragihandibû ku ew zaturre bûye û ji ber kêmbûna asta oksîjenê wî biryara entubebûnê daye û herwiha gotibû, “Nizanim ezê kengî şiyar bibim, tika ye dua bikin.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, piştî lêkolînên li ser derziyên koronayê zanist dibêje, derzîkirin asta pêketina koronayê kêm dike û kesên bi koronayê bikevin jî ji giranbûna nexweşiyê û mirinê rizgar dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin