Dije Terora Kurdistanê: Dronên Tirkiyê li Silêmaniyê 2 otomobîlên PKKê bombe kir
PeyamaKurd - Dije Terora Kurdistanê li ser êrîşa Dûkanê ya dronên Tirkiyeyê daxuyaniyek belav kir û ragihand, du êrîşên cuda yên dronên Artêşa Tirkiyê li dijî du otomobîlên çekdarên PKKê pêk hatine û di encamê de, berpirsekî PKKê û çekdarek hatine kuştin û 4 çekdar jî birîndar bûne.
Dije Terora Kurdistanê daye xuyakirin, îro çarşemê di demjimêr 13:00an de balafirên bêpîlot ên Artêşa Tirkiyê li nêzîkî gundê Gelale li qezaya Mawet a parêzgeha Silêmaniyê, otomobîleke çekdarên PKKê kire armanc û di encamê de berpirsekî îstixbaratê yê PKKê hatiye kuştin û du çekdarên din jî birîndar bûne.
Herwiha Dije Terora Kurdistanê daye zanîn, di demjimêr 15:30ê de jî di êrîşeke din a dronên Artêşa Tirkiyê li dijî otomobîleke çekdarên PKKê de ku li nêzîkî gundê Qelatê yê nahiya Xelekan a ser bi parêzgeha Silêmaniyê pêk hatiye, çekdarekî PKKê hatiye kuştin û du çekdarên din jî birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin