Dijî Terora Kurdistanê: Li Hewlêrê droneke bombebarkirî hat xistin

28 December 2023 11:00 0 dîtin
Dijî Terora Kurdistanê: Li Hewlêrê droneke bombebarkirî hat xistin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li nêzî gundê Aşokan ê girêdayî bajarokê Behirke ya li bakurê Hewlêrê droneke bombebarkirî hatiye xistin.

Li gorî zanyariyên ku ji Yekîneya Dijî Terorê ya Kurdistanê hatine girtin, îro Çarşemî 27ê Kanûna 2023yan, di saet 19.50î de, li gorî saeta herêmî li nêzîkî gundê Aşokan ê ser bi bajarokê Behirkê ya bakurê Hewlêrê, balafireke bêbalafirvan ji aliyê hêzên hevpeyman ve hatiye xistin.

Hate diyarkirin ku di encama xistina balafira keşfê ya bombebarkirî de ti ziyanên canî çênebûne.