Dikandarê ku ji ber xizmeta bi Kurdî hepsiyê malê ye, dema erdhejê nekarî bireve!
PeyamaKurd – Ramazan Şîmşekê ku ji ber li kafeya xwe ya Diyarbekirê bi kurdî xizmet dikir di hepsa malê de ye, kêliya erdheja bi lerza 5,9an a ku navenda wê Meletî bû, nekarî derkeve derve.
Li navçeya Îzolê ya Meletiye saet 10:46a 10 kîlometro di bin erdê de bi lerza 5,9an erdhejek çebû. Erdhej li Diyarbekir û bajarên derdorê jî hat hîskirin. Ji ber panika erdhejê şêniyên Diyarbekirê daketin kolanan.
Lê bele, li gorî nûçeya Amîda Haberê, Ramazan Şîmşekê ku ji ber 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ragihand ku ew ê li kafeya xwe bi kurdî xizmetê bike hate binçavkirin û cezayê hepsa malê lê hate birîn, kêliya erdhejê nekarî derkeve derve. Şîmşek, aniye ziman ku wî erdhej zêde his nekiriy, ji bo derketina derve destûr ji rayedaran xwestiye.
“Min telefon kir, lê destûr nedan”
Şîmşek diyar kiriye: “Min telefonî rayedaran kir ka piştî erdhejê ez dikarim derkevim derve yan na. Min got, ‘Li vir erdhej çêbû, eger ez derkevim derve wê pirsgirêk çêbibe?’ Lê ji min re gotin, ‘Erdhej êdî qediyaye, tiştek tune ye ku tu jê bitirsî, dernekeve.’ Dema ku min got ku nerehet im, rayedarê li ser telefonê ji min re got, ‘Eger dîsa bibe, tu dikarî derkevî.’ Dema min daxuyanî bihîst, ez li malê rûniştim. Bêguman ez hîn jî pir bifikar im.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin