Turk Telekomê xizmeta bi Kurdî da destpêkirin
PeyamaKurd - Kompaniya telefon û înternetê li Tirkiyê, Turk Telekom piştî bertek û rexneyên li ser nebûna zimanê Kurdî di xizmetên wan de, biryar da bi Kurdî jî xizmetê bide muşteriyên xwe.
Mehek berê welatiyekî Kurd ji bajarê Batmanê yê Bakurê Kurdistanê dema ji bo telefona diya xwe ya tirkî nizane alîkarî xwestibû, Turk Telekomê ew alîkarî red kiribû û jê re gotibûn, heger dixwazin bi tirkî û erebî dikarin alîkariya wan bikin.
Ev helwesta Turk Telekomê li ser medya civakî deng vedabû û heta gelek kesan telefonên xwe yên girêdayî tora Tur Telekomê betal kiribûn.
Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) ji bo ku Turk Telekom xizmeta bi zimanê Kurdî jî bide kampanyayeke îmzeyan dabû destpêkirin û îro damezrînerên HEZKURDê Fevzî Bulgan parve kiriye ku Turk Telekomê bersiva wan daye û êdî xizmeta bi Kurdî jî dide destpêkirin.
Kürt dil hareketi olarak, Türk telekom' a gösterdiğimiz tepki ve Kürtçe hizmet vermesi için başlattığımız imza kampanyası olumlu sonuç verdi.
— FEVZİ BULGAN (@fevzibulgan_) October 2, 2020
Artık müşteri temsilciliği bölümüyle ilgili Kürtçe hizmet verilmektedir.
Duyarlılıkları için @TurkTelekom a teşekürler! pic.twitter.com/hx9Q7d3RgC
Fevzî Bulgan vê biryara Turk Telekomê bi bi kampanya xwe ve girê dide û dibêje, “Kampanyaya îmzeyan encameke baş bidest xist. Êdî beşa girêdayî xizmetkirina muşteriyan, xizmetan bi Kurdî dide. Ji bo guhpêdanê em spasiya Turk Telekomê dikin.”
Bulgan diyar kiriye ku wê bi telefonê pêwendî bi Turk Telekomê re daniye û jê re gotine, heger bixwazî ew dikarin bi xizmeta Kurdî re girê bidin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin