Ji Turk Telekomê dijminatiya Kurdî: Ji Erebî û Tirkî re erê, ji Kurdî re na!

23 August 2020 12:00 0 dîtin
Ji Turk Telekomê dijminatiya Kurdî: Ji Erebî û Tirkî re erê, ji Kurdî re na!

PeyamaKurd – Kompaniya Turk Telekom ku xizmeta telefon û înternetê li Tirkiyê dide, tevî ku bi Erebî û Tirkî bi mişteriyên xwe re danûstandina alîkariyê dike, bi Kurdî nake û dibêje, zimanê fermî tirkî ye.

Kesekî ji li ser twitterê belav kiriye ku ji ber dayika wî ya 65 salî tirkî nizane, Turk Telekomê di telefonê de alîkarî nedaye û xebatkarên Turk Telekomê daxwaza wan a betalkirina xeta telefonê bicih neanîne.

Kesê bi navê Omer Başaran li ser twitterê bi zincîreyeke twîtan serpêhatiya xwe aniye ziman û gotiye, wî 21ê Tebaxê ji bo betalkirina xeta telefonê ya Turk Telekom a dayika xwe ya 65 salî bi navenda xizmetkirina mişteriyan re pêwendî kiriye, lê karmendên Turk Telekomê bi sedema ku diya wî tirkî û erebî nizane, ew daxwaza wan red kirine.

Başaran daya zanîn, ne mimkun e diya wî piştî vî temenî fêrî tirkî bibe û dibêjê; tevî ku wî dubare pêwendî ligel Turk Telekomê kiriye jî jê re gotine, "Zimanê fermî yê welatê me Tirkî ye. Lazim e diya te bi Tirkî bizane. Heta diya te Tirkî fêr nebe û ji me bi tirkî daxwaza xwe neke em nikarin xeta wê betal bikin.”

Herwiha xebatkarên Turk Telekomê gotine, bi erebî jî dikare daxwaza xwe bike, lê bi kurdî ji ber ku prosedura wan wisa ye nikare daxwazê ji wan bike.

Omer Başaran dibêje; wî ji wan re gotiye ku ew nijadperestiyê dikin û mafê ti kesî jî nîne li ser zimanê dayika wî nijadperestiyê ligel wan bike.

Piştî parvekirina ser Turk Telekomê ya dijminatiya zimanê Kurdî, li ser medya civakî jî gelek bertekên nerazîbûnê hatin nîşandan û hat xwestin Turk Telekom demildest bersivekê bide.

Herwiha gelek kesan jî bi sedema dijatiya zimanê Kurdî dike, ji bo boykotkirina Turk Telekomê kampanya dane destpêkirin.