Dîplomatekî Amerîkî: Em ê berdewam bin li ser alîkariya Pêsmerge

26 November 2019 12:40 0 dîtin
Dîplomatekî Amerîkî: Em ê berdewam bin li ser alîkariya Pêsmerge

PeyamaKurd -  Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Birîkarê Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê bo Karûbarên siyasî John Rod kir.

Di hevdîtinê de ku Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl û Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed amade bûn, Birîkarê Wezîrê Bergîriyê yê Amerîka pabendbûna Amerîka ji Herêma Kurdistanê re tekez kir û amaje bi wê kir, ku serdana Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence bo Hewlêrê, tekezkirina wê piştevaniya Amerîka ji Herêma Kurdistanê re bû.

Birîkarê Wezîrê Bergîriyê yê Amerîka herwiha tekezî li berdewamiya alîkarîkirina hêza Pêşmerge û girîngiya berdewambûna hevahengiyê di navbera Pêşmerge û hêzên Iraqî bo rûbirûbûna gefên DAIŞê kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê spasiya piştgiriya Amerîkayê kir û tekez kir, ku Herêma Kurdistanê wek faktorekî seqamgîrbûna ewlehiyê li herêmê rola xwe dibîne.