"Em ê li ser alîkariya Pêsmerge berdewam bin"
PeyamaKurd – Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron diyar kir ku ji bo parastina leşker û dostên xwe li Hewlêrê pergala me ya berevaniya moşekî heye.
Macron got: "Em ê alîkariya Pêşmerge bikin û hevkariya me (bi Pêşmerge re) heye."
Macron diyar kir ku li Hewlêrê pergala parastina hewayî ya Patriot nîne û got, “Hûn dizanin em çiqas girîngiyê didin ewlehiya hêzên xwe û hevalbendên xwe yên li herêmê. Li Hewlêrê sîstema me ya berevaniya moşekî heye ji bo parastina leşker û hevalên me.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin