Brîtanya: Em ê li ser hevkarî û alîkariya bo Hêza Pêsmerge berdewam bin

06 May 2021 09:30 0 dîtin
Brîtanya: Em ê li ser hevkarî û alîkariya bo Hêza Pêsmerge berdewam bin

PeyamaKurd – Serşêwirmendê Berevaniya Brîtanyayê bo Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Marşall Samî Sampson û Şêwirmendê Hêzên Brîtanyayê yên li Herêma Kurdistanê Kolonel Çarlî, bi şandeke serbazî re, bi Wezareta Pêşmerge re civiyan.

Li ser naveroka civînê Wezareta Pêşmerge daxuyaniyek da û ragihand, Wezîrê Pêşmerge piştrast kir ku Brîtanya dê li ser hevkarî û alîkariya bo Hêza Pêşmerge berdewam be û armanca wan e di vê qonaxê de serkirdayetiya reformên serbazî yên li Wezareta Pêşmerge de bikin.

Di civînê de, pirsa pêwendiyên Pêşmerge û Artêşa Iraqê hatin gotûbêjkirin û li ser wê mijarê jî tekezî li ser hemahengiya Pêşmerge û Artêşa Iraqê hat kirin bi piştevaniya Hêzên Hevpeymanan li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê.

Herwiha Marshall Sampson di civînê de ji berpirsên Wezareta Pêşmerge re da zanîn: “Brîtanya dê li ser hevkarî û alîkariyên bo Hêza Pêşmerge berdewam be û armanca me ye di vê qonaxê de serkirdayetiya reformên serbazî yên di Wezareta Pêşmerge de bikin.”

Şêwirmendê Wezareta Pêşmerge Hejar Umer li ser serdanê axivî û got: “Brîtanya ji bilî roleke girîng di nav Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de heye, bi Amerîka, Almanya û Holandayê re, hevkarê Wezareta Pêşmerge ye ji bo proseya çaksaziyê. Serdan jî ji bo gihandina peyama piştevaniya Brîtanyayê bû bo hewlên çaksazî û Pêşmerge bi giştî.”

Hejar Umer herwiha destîşan kir: “Şandê piştevaniya welatê di warê meşq û rahênana bo Hêzên Pêşmerge ragihand û vekirina xula serbazî bo wan li Herêma Kurdistan û Brîtanyayê dûpat kir. Wan niha budçeyeke baş ji bo dezgehên taybet bi meşqa serbazî li Herêma Kurdistanê û Iraqê heye û ji me re ragihandin ku di wî karî de berdewam dibin.”

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, Wezîrê Pêşmerge hişyarî li ser “kiryarên terorîstî yên DAIŞê da ku niha bi temamî mijûlî xwebirêkxistinê ye bi rêya teknîkên nû.”

Herî dawî Şoreş Îsmaîl jî di civînê de eşkere kir: “Bihêzbûna DAIŞê, metirsî ye bo ser aştî û aramiya cîhanê û wek çawa Pêşmerge di heyamên berê de li şûna cîhanê şerê terorîstên DAIŞê kir, niha jî ji bo rêgirtina li wê metirsiyê pêwîstiya me bi hevkariya Brîtanya, Hevpeymanan re heye.”