Wezareta Pêsmerge: Wê Almanya hevkarî û alîkariya Pêsmerge bidomîne
PeyamaKurd - Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê ragihand ku şandeke ji Wezareta Berevaniya Almanyayê serdana Wezareta Pêşmerge kiriye û di wê hevdîtinê de hatiye diyarkirin ku wê alîkariya Almanyayê bo hêzên Pêşmerge berdewam bike.
Hat gotin ku Kolonel Mayer ji Wezareta Berevanî ya Almanyayê û Kolonel Kay, Berpirsê Projeyên Almanya yê li Herêma Kurdistanê ligel Serokerkanê Wezareta Pêşmerge Cemal Mihemed civiyane û tekezî li ser berdewamiya hemahengî û alîkariyên hikûmeta Almanyayê ji bo Wezareta Pêşmerge hatiye kirin.
Wezareta Pêşmerge da zanin, di hevdîtinê de şanda Almanî berdewamiya hemahengî û alîkariyên hikûmeta Almanyayê ji bo Wezareta Pêşmerge car din anî ziman.
Şanda Almanî destnîşan kiriye ku berdewam dibin di karkirina ligel hêzên Pêşmerge de di warê şêwirmendiyê de li Herêma Kurdistanê.
Serokerkanê Wezareta Pêşmerge spasiya hikûmet û gelê Almanyayê kir û amadebûna Wezareta Pêşmerge nîşan da, ji bo hemahengî û hevkariyên ligel tîmên artêşa Almanyayê ya li Kurdistanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin