Dîplomatên Danîmarka yên li Bexdayê ji Iraqê vekisiyan

24 July 2023 19:34 0 dîtin
Dîplomatên Danîmarka yên li Bexdayê ji Iraqê vekisiyan

PeyamaKurd -  Berdevkê Wezareta Derve yê Iraqê Ehmed Sehaf eşkere kir ku tîma dîplomatên nûnertiya Danîmarka ya Iraqê ji Bexdayê derketine.

Berdevkê Wezareta Derve yê Iraqê Ehmed Sehaf, îro Duşemê ji ajansa nûçeyan a Iraqî re ragihand, du roj in tîma dîplomatên nûnertiya Danîmarkayê Iraq bi cih hiştine.

Ehmed Sehaf diyar kiribû: “Em bêrêzîkirina li Qurana Pîroz û ala Iraqê li ber Balyozxaneya Iraqê ya li welatê Danîmarkê, bi tundî şermezar dikin.”

Roja 22yê Tîrmehê endamên komeke neteweperest a dijî Îslamê ya bi navê Danske Patrioter (Niştimanperwerên Danîmarkî) bi hinceta protestokirina şewitandina Balyozxaneya Swêdê ya Bexdayê, li ber Balyozxaneya Iraqê ya li Kopenhagê, Quran şewitandibûn, ala Iraqê û Qurana avêtibûn erdê û bi lingan ketibûn serê.