Dîrektorê siyasî yê Yekîtiya Awrûpayê Mora di 10 ê gulanê de diçe Tehranê

07 May 2022 19:31 0 dîtin
Dîrektorê siyasî yê Yekîtiya Awrûpayê Mora di 10 ê gulanê de diçe Tehranê

PeyamaKurd – Dîrektorê siyasî û hem cîgirê sekreterê karên derve yê Yekîtiya Awrûpayê Enrique Mora, bi sedema ku di navbera Amerîka û Îranê de mijarên çareser nebûne û ji bo karibin muzakereyên Viyanayê bidin destpêkirin, di 10 ê gulanê de wê seredana Tehranê bike. Ragihandin ji aliyê "Nournews" ê de hat kirin ku weşana konseya ewlehiya Îranê ye. Di weşanê de weha hat gotin:

“Dema em li rola YA yê ya di navbera Amerîka û Tehranê de binêrin, em dikarin bêjin seredana Mora ya Tehranê pêngavekî nû ye ji bo van mijarên biçûk lê di heman wextê de ku mijarên gelek girîngin.”

Mora, ji bo karibin car din dest bi hevdîtinên Viyanayê yên di navbera Tehran û Wahsingtonê bikin, wê bi rêvebirên Îranê re hevdîtinan bike.