DÎTAMê ji bo pisgirêkên Amedê saziyên sivîl li hev civand
PeyamaKurd – Li parêzgeha Amedê ya bakurê Kurdistanê, bi serpereştiya Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê (DÎTAM) ji bo saziyên sivîl û şaredarî pirsgirêkên bajêr bi hev re binirxînin û çareseriyan peyda bikin bi serenavê “Amed: Xizmetên herêmî û hişmendiya hevpar” civînek lidarxistin.
Di civînê de hate destnîşankirin ku eger Amed bikaribe bi awayekî serbixwe derfetên xwe bikar bîne, wê dikaribe pirsgirêkên xwe jî çareser bike.
Di civînê de Hevserokên Şaredariya Parêzgeha Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatun pirsgirêkên sereke yên Amedê anîn rojevê û amaje kirin ku eger rêveberiyên herêmî xurt nebin ev yek wê bibe sedema paşdemayînê.
Rêveberên DÎTAMê jî balê kêşan ser beşdarbûna rêvebirina bajêr a saziyên sivîl û vê yekê wek pêdiviyek gring nirxandin. Rêveberên DÎTAMê diyar kirin ku divê ji her alîyî ve saziyên sivîl û şaredarî sudê ji hev werbigrin.
Sedat Yûrttaş: Pirsgirêkên Amedê ne tenê aborî ne
Cîgirê Serokê DÎTAMê û siyasetmedar Sedat Yurttaş, di derbarê civînê de anî ziman ku ev civîn tenê bi mijarên aborî ne sînordar e û got: “Ji bo rêveberî bi başî û zelalî xizmetê bike, em ê azmûnên xwe pê re parve bikin. Ev civîn ne tenê bi pirsgirêkên aborî re sînordar e, pirsgirêkên civakî jî hene, pirsgirêkên serdema qeyuman jî tên nîqaşkirin û êdî rêveberiyeke ku bi vîna gel hatiye hilbijartin heye.”
Nûnerên saziyên sivîl jî di civînê de balê kêşan ser pêwendiya saziyên sivîl û fermî ya welatên pêşketî û diyar kirin ku divê saziyên sivîl û fermî bi hev re bajaran bi rê ve bibin.
Nûneran anîn ziman ku ji ber li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd nehatiye çareserkirin, saziyên fermî û şaredarî nayên cem hev û bi erkdarkirina qeyuman ve girêdayî jî xizmetguzarî bi awayeke bibandor û sudwer nayên kirin.
Mehmet Kaya: Mijar herêmî, lê belê pirsgirêk giştî ye
Serokê Jura Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê Mehmet Kaya jî di axaftina xwe de balê kêşa ser pêwendiyên Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê û got: “Yek ji mercên endamtiya YEyê xurtkirina rêveberiyên herêmî ye û ev li pêşiya Tirkiyeyê asteng e. Sedem jî çaresernekirina pirsgirêka Kurd e. Mijar herêmî ye, lê belê pirsgirêk giştî ye. Em li vê derê wê yekê nîqaş dikin ku rêveberiyên herêmî çi ji dest daye, çi wenda kiriye. Divê em van mijaran baş bizanibin. Nabe ku di rêvebirina bajêr de saziyên fermî û yên sivîl ji hev cuda bin. Divê bi hev re bajêr bi rê ve bibin.”
DÎTAMê biryar da ku piştî vê civînê toreke çavdêriyê ya ku xizmetên şaredariyan çavdêrî bike ava bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin