Nehistin ku Saziyên Civaka Sivîl têkevine Pirsûsê!
PeyamaKurd- Saziyên Civaka Sivîl yên ku li Diyarbekirê xebatên xwe didomînin, xwestin ku lêkolînekê li ser bûyera Pirsûsê bikin. Lê belê polîsan nehiştin ku têkevina nava navçeya Pirsûsê.
Baroya Diyarbekirê, Komeleya Mafên Mirovan û hinek saziyên sivîl yên dî xwestin ku herin navçeya Pirsûsê. Şandeyê xwest ku li ser bûyera roja arîfê ku 4 kes hatibûn kuştin, lêkolînekê li cihê bûyerê bike. Lê belê erkdarên ewlehiya Rihayê li şandeyê geriyan û gotin ku em nahêlin hûn têkevina nava bajêr. Tevî vê jî şandeya Saziyên Civaka Sivîl li otogara Diyarbekirê li hev civîn. Lê belê li vê derê jî polîs hatin û gotin ku ewlehiya we li Pirsûsê tune ye û nehiştin şande ji Diyarbekirê derkeve.
Şandeyê jî got ku em ê li Diyarbekirê ji bo çapemeniyê daxuyaniyekê bidin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin