Dizeyî: Me ji wan xwest êrîskar bi cezayê herî giran bên cezakirin

14 May 2021 19:04 0 dîtin
Dizeyî: Me ji wan xwest êrîskar bi cezayê herî giran bên cezakirin

PeyamaKurd – Berpirê Peymangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî li ser êrîşa bi ser malbata Kurd a Hewlêrê de ragihand ku wan bi Konsolxaneya Tirkiyê ya Hewlêrê re pêwendî kiriye û ji bo cezakirina êrîşkaran pêvajoyê ji nêz ve dişopînin.

Sefîn Dizeyî, da zanîn ku malbata ji Hewlêrê ji bo betlaneya cejna Remezanê çûye Tirkiyê û li Mersînê rastî êrîşeke nemirovane hatiye.

Dizeyî diyar kir ku wan bi kesûkarên malbatê re pêwendî kiriye û herwiha bi konsolxaneya Tirkiye re jî di nav pêwendiyê de ne ku ji wan xwestine êrîşkar bi cezayê herî giran bên cezakirin.

Lijneya Parlamentoya Kurdistanê: Divê rayedarên Tirk rê nedin ew tawanên gelek kirêt dubare bibin

Parêzgariya Hewlêrê êrîşa nijadperestî ya Mersînê şermezar kir û ji Tirkiyê cezakirina êrîşkaran xwest

Nijadperestên Tirk êrîşî malbateka Kurd a Hewlêrî kirin