Doktorekî sîliha xwe paqij dikir û bi sasî li xwe xist

21 August 2021 19:54 0 dîtin
Doktorekî sîliha xwe paqij dikir û bi sasî li xwe xist

PeyamaKurd – Li bajarê Xarpêtê li taxa Cûmhûriyetê doktorê bi navê M.S. dema li mala xwe ya qata 4 ê sîliha xwe ya bi rûxset paqij dikir, bi şaşî sîlih lê ket û birîndar bû. Doktor bi xwe pisporê Tib a Fîzîkê û rehabîlîtasyonê ye. Li ser bûyerê hevjîna doktor xeberê da tîmên lezgîn yên 112 ê û polîsan. Tîmên 112 ê û polîs çûn ciyê bûyerê.

Doktorê birîndar bo dermankirinê birin nexweşxana Zankoya Firatê ya Xarpêtê lê polîs dest lêpirsînekî fireh kir.