NATO: Tirkiye kîjan sîlihan dikire biryar ya wan e
PeyamaKurd- Sekreterê giştî yê NATO yê Jens Stoltenberg di mijara ku Tirkiye ji Rûsyayê sîstema S-400 ya parastina hewayî kiriye de got:
“ Kî kîjan sîlihê bikire, ew biryar ya her endamê NATO, yê wan ê netewiye. Em dibînin ku ev bûye arîşeyekî lê Tirkiye û Amerîka di navbera xwe de li serê lihev dikin.”
Stoltenberg, bi sedema avakirina 70 emîn salvegera NATO yê, li payîtexta Amerîkayê Washingtonê bo civîna wezîrên karên derve yên NATO yê, civînekî çapemeniyê lidarxist. Li ser mijara axaftina cîgirê serokê Amerîkayê Mike Pence ku do gotibû bila Tirkiye ji du rêyan yekî ji xwe re bibjêre de, sekreterê NATO yê got her dewleta endamê NATO yê, azade ku ji xwe re kîhan sîlihan bikire û ew biryar ya wan ya netewiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin