Dosyayên betalkirina 10 parlamentaran bo Parlamentoya Tirkiyê hatin sandin
PeyamaKurd – Hevserokê HDPê Mîthat Sancar jî di nav de dosyayên betalkirina parlamenteriya 10 HDPîyan û parlamentarekî AKPê bo Parlamentoya Tirkiyê hatin pêşkeşkirin.
Fezlekeyên serokomariya Tirkiyê yên bo rakirina parêzbendiya parlamenteriya parlamentarên HDPê ji bo Serokatiya Parlamentoyê hatin şandin û pêşkeşî Komîsyona Edaletê ya Destûra Tirkiyê hatin kirin.
Piştî nirxandina komîsyonê tê çaverêkirin 12 dosyayên rakirina parlamentariyan bo civata giştî werin pêşkeşkirin û bi dengdanê jî parlamentariya wan parlamentarên HDPê were betalkirin.
Navên parlementerên ku dosyeyên wan ji bo Serokatiya Parlamentoya Tirkiyê hatine pêşkêşkirin ev in:
Hevserokê HDPê Mithat Sancar, Parlamenterê HDPê yê Şirnexê Huseyin Kaçmaz, Parlamenterên HDPê yên Amedê Imam Taşçier, Remziye Tosun û Garo Paylan, Parlamentera HDPê ya Êlihê Feleknas Uca, Parlamentera HDPê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyigit, Parlamenterê serbixwe yê Mûşê Mensur Işik, Parlamentera DBPê ya Amedê Salihe Aydeniz û Parlamenterê AKPê yê Orduyê Şenel Yediyildiz.
Hat ragihandina ku ji bo Saliha Aydeniz û Remziye Tosun 2 dosyeyên cuda hatine pêşkeşkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin