Dosyayên rakirina 10 parlamentarên HDPê ji parlamentoyê re hatin sandin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku 11 fezlekeyên derbarê 10 parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de, ji bo Parlamentoya Tirkiyê hatin şandin ku rakirina parêzbendiya wan tê xwestin.
Fezlekeyên bo rakirina parêzbendiya parlamentarên HDPê îro 21ê Hezîranê ji bo parlamentoya Tirkiyê hatin şandin û radestî Komîsyona Destûra Bingehîn û Dadê ya Têkel hatin kirin.
Parlamenterên rakirina parêzbendiya wan tê xwestin ev in: Parlamenterê Stenbolê Dilşat Canbaz Kaya, Parlamentera Rihayê Ayşe Surucu, Parlamenterên Batmanê Feleknas Uca û Ayşe Acar Başaran, Parlamenterên Muşê Şevin Coşkun, Mensur Işik, Nuran Imir û Gulistan Kiliç Koçyigit, Parlamenterên Diyarbekirê Remziye Tosun û Dêrsim Dag.
Hat zanîn derbarê 9 parlamenteran de yek dosye û ji bo Parlamentera Diyarbekirê Dêrsim Dag jî 2 dosye hatine şandin.
Heta niha hezar û 384 dosyeyên rakirina parêzbendiyê bo Serokatiya Parlamentoya Tirkiyê hatine pêşkeşkirin kirin ku ji wan 1057 dosye li dijî parlamenterên HDPê ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin