Doza Bûyerên Kobaniyê îro destpê dike
PeyamaKurd – Li Enqerê, îro doza Bûyerên Kobaniyê, ku hevserokên berê yên HDPê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag jî di nav de 28 jê girtî, 108 kes têne darizandin, birêve diçe.
Doza Bûyerên Kobaniyê, îro Duşemê 26ê Nîsana 2021ê li Enqerê li Dadgeha Sîncanê destpê dike. HDPê jî amadekariyên berfireh bo beşdariya aligirên xwe aliyên din di vê daniştina vê dozê de kiriye. 1200 parêzeran navê xwe nivîsiye ku parastina HDPê bike û delegasyoneke Ewropî jî ji bo şopandina vê dozê li Enqerê ye.
Di vê dozê de hevserokên berê yên HDPê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag jî di nav de 28 jê girtî 108 kes tên darizandin.
Berdevka HDPê Ebru Gunay derbarê dozê de diyar kir: “Piştî 6 salan bi talîmata desthilatê ev doza hate vekirin û doza hatiye vekirin li dijî pîvanên hiquqê ye. Partiya me li hemberî kompleyekê ye û îdianameya vê dozê jî derew û îftîra ne. Ev doza, tenê komployeke siyasî ye.”
Dosya Bûyerên Kobaniyê, weke doza sereke ji bûyerên 6 û 7ê Cotmeha sala 2014ê dema çalakiyên piştgiriya Kobanî pêk tê, ku wê demê li 35 bajar û 96 navçeyan di encama çalakiyan de 46 kesan can dabûn.
Endamê Desteya Rêveber ya HDPê Velî Sacilik jî da zanîn: “Serokê AKPê Recep Tayyip Erdogan derket û bi dilekî kefxweş got, `Kobanî ket hun dê bibînin ku Kobanî dê bikeve` li ser van gotinan xelk nerazîbûn û daketin kolanan. Kesên hatine kuştin ji aliyê endamên asayîşê û çend komên nijadperest ve hatine kuştin û hemû jî aligirên partiya me ne.”
Di doza Kobaniyê de 1200 parêzeran navê xwe tomar kirine ku dixwazin HDPê biparêzin. Ji bilî rêkxistinên sivîl û komeleyên mafê mirovan, şandek ji delegasyona Yeketiya Ewropayê, komisyoneke 4 kesî ya CHPê û hejmareke zêde ya aligirên HDPê jî dozê dê bişopîne. Pêşbîni tê kirin ku proseya rûniştinên doza Kobaniyê zêdetirî 2 mehan berdewam be.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin