Doza Kobanî: Tê çaverêkirin îro dadgeh biryarê bide!
PeyamaKurd – Tê çaverêkirin ku doza Kobaniyê ku hevserokên berê yên HDPê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî tê de tên darizandin, di 83yemîn rûniştina dozê de îro li 22emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bê dîtin. Dadgehê beriya niha du caran ragihandina biryarê taloq kiribû.
Di Doza Kobanî de 108 kes ku di nav wan de Hevserokên berê yên HDPê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag jî hene, ji ber xwepêşandan û çalakiyên piştî êrişên DAIŞê yên di 6-8ê Cotmeha 2014an de li gelek parêzgehan hatin lidarxistin, tên dadgehkirin.
108 kesên navborî ji ber gelek sûcan tên darizandin, bi taybetî jî "xerakirina yekparebûna dewletê". Îdianameya dozê di 7ê Çileya 2021ê de ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 22yemîn a Enqereyê ve hat qebûlkirin.
"38 caran cezayê muebbetê tê xwestin"
Di derbarê kesên ku di dozê de tên darizandin de ji 29 sûcên cuda 38 jê "Hepsa heta hetayê ya giran" tê xwestin.
Demirtaş di parastina xwe ya ewil de di 25ê Kanûna 2023an de got, "Li ser min yek delîleke şênber tune ye, ev bûyera tolhildana siyasî ye, em bi awayekî hiqûqî nehatine girtin, em hemû rehînên siyasî ne."
Di bûyerên 6-8ê Cotmeha 2014an de li bajarên cuda yên Tirkiyeyê qewimîn, pevçûn di navbera çalakvan û parêzgaran de derket û li gor zanyariyên fermî 37 kesan jiyana xwe ji dest dane û 326 kes ji wan hêzên ewlehiyê bi giştî 761 kes birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin