Dozger pistî çar rojan wê îfadeya kesê êrîsa ser turîstên Kurd dabû destpêkirin bistîne
PeyamaKurd – Li navçeya Çaykara devera Uzungol a bajarê Trabzon ê Tirkiyê 18ê Tîrmehê ji ber wênegirtina li ber milpêçeka Ala Kurdistanê li ser grûbeke geştiyarên Başûrê Kurdistanê rastî êrîşeke nijadperestî hatibûn.
Piştî wê êrîşa lînçkirinê 9 turîstên Kurd hatibûn binçavkirin û piştre jî li ser daxwazên hikûmeta Herêma Kurdistanê hatibûn berdan û piştre jî hatibûn dersînorkirin.
Piştî 4 roj bi ser bûyerê de derbas bûn, Ajansa Anadol a Tirkiyê ragihand ku dozgeriyê daxwaz kiriye ew kesê milpêçeka Ala Kurdistanê ji destê geştiyara jin a Herêma Kurdistanê girtiye û bûye sedema êrîşkirina xelkê, îfadeya wî bê standin.
AAyê di nûçeya xwe de bêyî ku êrîşa nijadperestî bibîr bîne, wekî parêzgariya Trabzonê jî ji bo aramkirina xelkê deverê daxuyaniyeke nerm dabû, dibêje ji ber (arbede) gengeşeya li Trabzonê rû dabû Serdozgeriya Çaykara ya Komarî lêpirsîn daye destpêkirin.
Di nûçeyê de tê gotin ku kesê milpêçeka ala Kurdistanê ji destê turîstan girtiye û bertek nîşanî wan daye hatiye tesbîtkirin û dê îfadeya wî bê standin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin