Dr. Saman Berzencî: Me pêsbînî nedikir di dema germê de vîrus çalak bibe
PeyamaKurd - Wezîrê Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzencî aşkere kir ku pêşbînî dihat kirin ku hejmara haletên tûşbûnê zêde bibe lê, lê pêşbînî nedihat kirin ku ev vîrus di germayê de çalak be.
Wezîrê Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzencî derbarê zêdebûna vîrusa koronayê de axivî û me pêşbînîya tomarkirina haletên din ên tûşbûnê dikir, lê me pêşbînî nedikir di dema germê de vîrus çalak bibe.
‘Korona bi temamî hatîye kontirolkirin’
Dr. Berzencî wiha axift, “Nexweş li nexweşxaneyan mabûn û hejmareke xelkê jî di karantînayê de bû û li bajarên Iraqê û welatên derdorên me hejmara haletên tûşbûnê ber bi zêdebûnê ve diçû lê em negehiştibûn wê rêjeya ku bibêjîn, korona bi temamî hatîye kontirolkirin. Ji bo ku em vegerina rewşa asayî me pêwîstî bi demekê hebû, lê em negehiştibûyin wê demê û di nav civakê de hebû, lewre me pêşbînîya tomarkirina haletên din ên tûşbûnê dikir, lê me pêşbînî nedikir di dema germê de vîrus çalak bibe.”
‘Vê carê cudahîyeke zêde ya vîrusê heye’
Herwiha Dr. Saman Berzincî da zanîn jî cudahîyek zêde belavbûna vê carê ya vîrusa Koronayê de heye, ku ji çend xalan pêk tê û yek ji wan rêjeya tomarkirina vîrusê ye. Dem em didin ber demên berê, gelek zêdetir e, her wiha kesên berketî nîşan hene, li gel vê yekê jî çavkaniya belavbûna vîrusê dîyar nîne. Berê zêdetir bi sedema berketinê belav dibû, lê niha ew nîne. Ew ên tên tomarkirin wek nexweş serdana nexweşxaneyan dikin, piştî pişkinînan derdikeve ku helgirên vîrusa koronayê ne. Ev cudahî jî metirsîyek dî nîşanî me da.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin