Milley: Me pêsbînî nedikir artêsa Afganistanê di nava 11 rojan de birûxe

19 August 2021 15:10
Milley: Me pêsbînî nedikir artêsa Afganistanê di nava 11 rojan de birûxe

PeyamaKurd – Serfermandarê Amerîkayê Mark Milley, di kongreyeke rojnemevanî de di derbarê vekişîna Amerîkayê ji Afganistanê de axivî û diyar kir, dema hêzên wan dest bi vekişînê kir hîç amajeyek nebû ku wê Talîban di nava 11 rojan de hemû xaka Afganistanê kontrol bike.

Mark Milley da zanîn, ne wî û ne jî hîç kesekî din pêşbînî nedikir ku artêşa Afganistanê di nava 11 rojan de birûxe.

Di berdewamiyê jî de Mark Milley destnîşan kir, hêzên serbazî û emnî yên Afganistanê perwerde stendibûn û karîbûn welatê xwe biparêzin. Lêbelê rûxana sîstema siyasî û serbazî û nebûna îradeya bihêz û serkirdayetiyê, bû sedem ku Afganistan birûxe.

Derbarê rexneyên li îstîxbarata Amerîkayê jî Mark Milley eşkere kir, li gor hin raportên îstîxbaratê pêşbînî hatibû kirin ku Talîban şerekî giran beramber artêşa Iraqê bike. Lêbelê nedihat pêşbînîkirin ku piştî vekişîna me û di nava çend rojan de Talîban hemû Afganistanê kontrol bike.

Di berdewamiyê jî de dibêje, herçend hêzên artêşa Afganistanê rahênan û çekên giran ji Amerîkayê wergirtibin jî û jimareya wan ji ya çekdarên Talîbanê zêdetir jî be, nekarîne bergiriyê li xaka welatê xwe bikin.