Du karsazên Kurd 5 milyon TL xelat didin kesê Narîn Gûran bibînin

28 August 2024 14:12 0 dîtin
Du karsazên Kurd 5 milyon TL xelat didin kesê Narîn Gûran bibînin

PeyamaKurd - Du karsazên Kurd ên ji Amed û Mûşê ragihandin ku ew ê 5 milyon TL xelat bidin kesê ku Narîn Gûrana ku di 21ê Tebaxê de li Amedê wenda bû bibîne yan jî cihê ragihîne.

Karsazên Kurd Dara Atilla Arasê ji Amedê û Sabîr Toktaşê ji Mûşê diyar kirin ku ew ê 5 mîlyon TL bidin her kesê ku cihê Narîn Gûran a 8 salî ya di 21ê Tebaxê de li Baglara Amedê wenda bûbû bibîne yan jî cihê wê ragihîne.

Dara Atilla Aras di derbarê mijarê de daxuyaniyek da Rûdawê û got: “Min bi hevalê xwe yê karsaz Sabîr Bey (Sabir Toktaş) re di derbarê keça me Narînê ya wenda de hevdîtin kir. Me biryar da ku em xelatekê bidin kesên ku keça me bibînin an jî cihê wê ragihînin. Me wek xelat jî biryara 5 milyon lireyî da. Di derbarê çawaniya dayina pereyan de jî ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê; ger kesên keça me bi saxî radestî malbata wê an jî saziyên pêwendîdar bikin, em ê xelatê bidin wan. Em ê xelatê yan wek pare, yan jî bi EFT bidin wan."

Çi qewimî?

Narîn Gûrana ku di 21ê Tebaxê de, piştî nîvro çû Qursa Quranê ya li Taxa Tavşantepe ya navçeya Baglara Amedê, piştî kursê venegeriya malê. Piştî wendabûna wê, malbata wê bi derfetên xwe dest bi lêgerînê kir.

Piştî ku di lêgerîna bi gundiyan re encamek nehate wergirtin, bavê Narînê Arîf Gûran êvarê di demjimêr 20.15an de çû qereqolê û ragihand ku keça wî wenda bûye.

Li ser agahdarkirinê tîmên lêgerîn û rizgarkirinê arasteyî deverê kirin. Hêzên leşkerî jî bi helîkopterekê piştgirî da xebatên lêgerînê.

Nêzîkî 150 otomobêlên ku di dema Narîn wenda bû de derbazî deverê bûne hatin lêpirsîn. Her wiha li malên taxê jî lêgerîn hatin kirin.

Di lêgerîna şeva 22ê Tebaxê de, li dorhêla 3 kîlometre dûrî mala Narînê, li kêleka rê şimikeka zarokekî hate dîtin û ew şimik şanî dê û bavê Narînê dan. Dayika Narînê got ku şimika hatiye dîtin a keça wê ye.

Şimik ji bo lêkolînê ji aliyê hêzên leşkerî ve birin laboratuarê. Lê piştre malbatê diyar kir ku jimareya şimikê ji ya Narînê cuda ye.