Du sertên girîng ên diyalogê ji Sûriyê ji bo Tirkiyê!

28 November 2022 14:32 0 dîtin
Du sertên girîng ên diyalogê ji Sûriyê ji bo Tirkiyê!

PeyamaKurd – Serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Sûriyeyê Pierre Marjane ji bo diyaloga bi Tirkiyeyê re got: “Berî her tiştî divê Tirkiye qebûl bike ku bi perwerdekirina komên çekdar ên opozîsyonê xaka Sûriyê dagir kiriye. Ya duyemîn jî divê nîşan bide ku ew amade ye vekişe.”

Pierre Marjane diyar kir, normalkirina têkiliyan mumkun e, lê ji bo vê jî divê Enqere gavên berbiçav bavêje.

Du şertên diyalogê ji Sûriyê

Marjane der barê bêdengiya Şamê de tevî derketina girîng a ji Enqereyê, Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan jî ev tişt anî ziman: “Dibe ku bingehek ji bo diyaloga bi Tirkiyê re hebe, lê beriya her tiştî divê Tirkiye li xwe mikur were ku bi fînansekirin û perwerdekirina komên çekdar ên opozîsyonê xaka Sûriyê dagîr kiriye. Ya duyemîn jî, divê amadebûna xwe ji bo vekişîna ji axa Sûriyê nîşan bide.”

Mercane li ser çawaniya dîtina êrîşên dawîn ên esmanî yên Tirkiyê li Şamê jî wiha got: “Êrîşa dawî ya Tirkiyeyê ji bo Kurdan peyamek bû. Lê di nava şehîdan de sivîl û leşkerên Sûriyeyê jî hene.”

Danûstandin dikare dîplomatîk be

Hat zanîn ku hevdîtinên di navbera Tirkiye û îstixbarata Sûriyê de berdewam dikin. Mercane destnîşan kir ku mimkun e ku ev têkilî derbasî qonaxa duyemîn ango hevdîtinên dîplomatîk bibin.

Pierre Marjane eşkere kir û got: “Têkiliya di navbera îstixbaratên her du welatan de bêyî navbeynkar pêk tê. Ji bo vê jî dibe ku derbasî qonaxa duyemîn bibe, ango diyaloga dîplomatîk ku li ser bingeha Peymana Edeneyê û îradeya Tirkiyê ya vekişîna ji xaka Sûriyê pêk were.