Duhok: Bi biryara Serokwezîr êdî veguhestina tapoyan leztir dibe

29 August 2024 14:01 0 dîtin
Duhok: Bi biryara Serokwezîr êdî veguhestina tapoyan leztir dibe

PeyamaKurd - Bi biryara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li Duhokê, ji bo tomarkirina mal û avahiyan nirxê risûmata taybet tê kêmkirin.

Rêveberê Giştî yê Veberhênana Parêzgeha Dihokê Dr. Heval Sidîq ji K24ê re ragihand ku li ser daxwaza Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Encûmena Bilind a Veberhênanê biryara jimare 632 ya ji bo bilezkirina pêvajoya veguhestina tapoyên xanî û apartmanan tê derxistin.

Dr. Heval Sidîq diyar kir, piştî bidawîhatina pêvajoya cudakirina zeviyên projeyên niştecihbûnê û veguhestina wan li ser navên veberhêneran, welatî dikarin di nava 120 rojan de xanî an apartmanên xwe tapo bikin.

Bi gotina Rêveberê Giştî yê Veberhênana Parêzgeha Dihokê, li gorî biryara serokwezîr, nirxê risûmata taybet bi tomarkirinê ku berê ji sedî 3 bû,  bo ji sedî 1 hatiye daxistin.

D iyar kir jî, gelek komîteyên taybet ji bo veqetandina zeviyên projeyên niştecihbûnê û veguheztina wan li ser navên veberhêneran, li parêzgeha Dihokê û Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê hatine pêkanîn.

Di heyama çar salên borî de, Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, zêdetir ji 971 projeyên mezin û biçûk li parêzgeha Dihokê bi bihayê zêdetir ji 1.1 trilyon dînar cîbicî kirine. Zêdetirî 50 projeyên din ên xizmetguzariyê jî hatine pejirandin.