Duhok | Zanîngeha Amerîkî-Kurdistan û Weqfa Aleksander peymanek îmze kirin

08 November 2022 20:28 0 dîtin
Duhok | Zanîngeha Amerîkî-Kurdistan û Weqfa Aleksander peymanek îmze kirin

PeyamaKurd - Zanîngeha Amerîkî-Kurdistanê ya li Duhokê û Weqfa Aleksander a Romanyayê peymaneke xebata hevbeş û alîkariyê îmze kirin.

Di navbera Zanîngeha Amerîkî-Kurdistan a li Duhokê û Weqfa Aleksander a Romanyayî de, îro 8ê Mijdara 2022yan peyamanek hat îmzekirin ku li gorî wê peymanê herdu alî dê alîkariya hevdu bikin ji bo pêşvebirina hêzên kar li sektorên hikûmî û taybet ên Herêma Kurdistanê.

Herwiha li gorî wê peymanê wê Zanîngeha Amerîkî-Kurdistan a li Duhokê çend projeyên xizmetguzariyê li Herêman Kurdistanê pêk bîne ku ew jî; pêkanîna lêkolînên zanistî li ser bazarên Herêma Kurdistanê, lidarxistina hejmarek workshop û kursên rahênana karmendên Kurdistanê ji aliyê pisporên Weqfa Aleksander ve, dayîna waneyên karsaziyê ji bo pêwendiyên siyasî û bazirganî ji xwendekarên Zanîngeha Amerîkî-Kurdistan re, xwendekarên Zanîngeha Amerîkî-Kurdistan a li Duhokê serdana welatê Romanyayê bikin ji bo sûdwergirtina ji ezmûna wî welatî di warên diravên bazirganî, jimêryarî, karsazî û pêwendiyan de.

Herwiha li gorî peymanê wê karmendên Zanîngeha Amerîkî-Kurdistan a li Duhokê serdana welatê Romanyayê bikin ji bo sûdwergirtina ji sîstema profesyonel a îdareyê ya wî welatî.