Duran Kalkan: Amerîka cidî ye, dixwaze PKKê tesfiye bike

25 November 2018 14:11 0 dîtin
Duran Kalkan: Amerîka cidî ye, dixwaze PKKê tesfiye bike

PeyamaKurd - Endamê Konseya Rêveberiya PKKê Duran Kalkan ku navê wî jî di nav lîsteya xelata bo radestikirinê ya Amerîkayê de ye, got ku tê xwestin komploya li dijî Abdullah Ocalan a 20 sal berê were dubarekirin.

Kalkan diyar kir, “Pêwîste em girîngiyê bidin vê ku Amerîka cidî ye. Bi tesfîyekirina PKKê re dixwaze Kurdan parçe bike û bi înkarê Kurdan tune bike.”

Kalkan di hevpeyvîna xwe ya ANFyê de destnîşan kir, 'biryara êrîşkirina ser rêveberiya me tê wateya pêvajoyeke nû ya komployê' û wiha axivî:

“Ev xeterî heye. Hîn ji holê ranebûye. Divê ti kes nekeve nav xeta û şaşîtiyan. Divê têkoşîn bê kirin.”