Duyem hevdîtina navnetewî ya jinan li Hewlêrê birêve biçe

07 March 2022 13:59 0 dîtin
Duyem hevdîtina navnetewî ya jinan li Hewlêrê birêve biçe

PeyamaKurd Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan a Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê diyar kir, wê di rojên 8 û 9ê Adara 2022yan de, li bajarê Hewlêrê duyem hevdîtina navnetewî ya jinan birêve biçe.

Di daxuyaniyê de eşkere kirin, bi dirûşma “Bi pêşkeftina jinan ve, civak pêş dikeve.” Rêxistina pêngava nû bi hevbeşiya li gel Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan a Herêma Kurdistanê û bi hemahengiya koma MeselArt û Yekitiya Rewşenbîrên Ereb ve duyem hevdîtina navnetewî ya jinan birêve diçe.

Herwiha hat destnîşankirin, hevdîtina jinan rojên 8 û 9ê Adara 2022yan de, li Salona Pêşewa ya nav Wezareta Rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê birêve diçe.