Duyemîn karwanê alîkariyên Dezgeha Alîkariya Barzanî ji bo Rojava!
PeyamaKurd – Hate ragihandin, 620 kon, 16 hezar betanî û pêdiviyên jiyanî yên ku ji aliyê duyemîn karwanê Dezgeha Alîkariya Barzanî (BCF) ve birin Rojava, piştî ku gihîştin Efrîn û Cindirêsê li ser welatiyan hatin belavkirin.
Derbarê rewşê de Nûnerê Gelê Efrînê Ehmed Hesen got, "Berhemên ku BCF anîne, bi taybetî kon, betanî, xwarin, pêdiviyên zarokan û derman gelekî pêwîst in. Ev alîkarî ji bo gelê me yê Efrîn, Cindirêsê û gundên derdorê gelekî girîng bûn.”
Endamê Meclîsa Gel a Efrînê Dr. Ehmed Yûsif da zanîn, “Em spasiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dikin ku li gel me bû û yekem karwanê alîkariyên ku gihîştine navçeyên azadkirî yên Sûriyê. Bi hemû îmkanên alîkariyê hatin û li cem mirovên ji hemû neteweyan rawestiyan. Alîkariya psîkolojîk, tibbî û her tiştê pêwîst anîn.”
Nedve Huseyîn a ku nekarî rondikên xwe kontrol bike jî diyar kir, “Erdhez çêbû, mala me hilweşiya. Em heta sibê di bin baranê de man. Got: “Hacî digiriya, lê kes tunebû ku wî derxe, kesekî me tunebû”.
Karwanên alîkariyê yên BCF heta êvarê belavkirina alîkariyê berdewam kirin, pêşî li herêmên ku herî zêde ji erdhejê bandor bûne.
Tê plankirin ku BFC di rojên pêş de alîkariyan ji bo mexdûrên erdhejê yên li Efrîn û Cindirêsê bidomîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin