DYA 1.7 milyar dolar alîkariya nû dide Ûkraynayê

30 July 2024 14:58 0 dîtin
DYA 1.7 milyar dolar alîkariya nû dide Ûkraynayê

PeyamaKurd - Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji fona Înîsiyatîfa Alîkariyê ya Ewlehiya Ûkraynayê û Qesra Spî pakêteke nû ya alîkariyê ya ewlehiyê ku bi qasî 1,7 milyar dolarî ye ji bo Ûkraynayê dişîne.

Wezareta Parastinê (PENTAGON) ya DYAyê, bi daxuyaniyeke nivîskî aşkere kir ku alîkariya zêde ya ewlehiyê wê hewcedariyên parastinê yên krîtîk ên Ûkraynayê pêk bîne.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi saya vê pakêta alîkariyê, wê pêdiviyên bingehîn ên Ûkraynayê yên wek mûşekên parastina hewayî, pergalên roketan, cebilxaneyên topan û çekên dije-tank bêne dabînkirin.

PENTAGONê her wiha ragihand ku ev arîkariya nû ya ji bo Ûkraynayê, 20emîn kelûpela ku ji pakêta USAI-yê tê bikar anîn û 62emîn perçeya alavên ku ji envantera Pentagonê ji Tebaxa 2021-an vir ve hatî peyda kirin e.

Serokomarê Ûkraynayê Volodymyr Zelenskiy jî di daxuyaniya xwe ya di derbarê alîkariya DYAyê ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de ji bo alîkariyê spasiyên xwe pêşkêşî Serokê DYA Joe Biden, Kongreya DYA û gelê Amerîkayê kir.