DYA, 8 kartelên li Amerîka Latînî “Rêxistinên Terorê yên Biyanî” qebûl kir
PeyamaKurd – Rêvebiriya DYAyê 8 kartelên sûcan yên li El Salvadorê û Meksîkayê wekî “Rêxistinên Terorê yên Biyanî” qebûl kir. Lê seroka Meksîkayê Claudia Sheinbaum, biryarê îhlala desthilata Maksîkayê ragihand û behsa lêpirsîna hevpar kir.
Biryara rêvebiriya DYAyê di rojnama fermî ya hukumeta federal ya DYA de hat weşandin. Bi biryarê re kartela li Venezuelayê ya bi navê "Tren de Aragua", “MS13” ya li El Salvadorê û 6 kartelêm Meksîkayê ji aliyê DYA de bûn rêxistinên biyanî yên terorê.
Li ser biryarê, seroka Meksîkayê Claudia Sheinbaum berya biryarê daxwuyanî da û got:
“Eger ev biryar têkildarê tevgerên derveyê Meksîkayê be, em wan qebûl nakin. Em îhlala desthilata Meksîkayê red dikin. Em hemfikrin ku lêpirsînan bi hevre bikin.
Eger ev biryarname ji bo li DYAyê yên perê reş sipî bikin, li DYAyê yên xebatê dikin, yên maddeyên hişbir difroşin, ji bo lêpirisîna wan ya zêdetir ji bo kiryarên wan bên zanîn be, baştire.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin