DYA givasê danî ser 2 sîrketên Çînê yên li Sincanê

03 October 2024 23:16 0 dîtin
DYA givasê danî ser 2 sîrketên Çînê yên li Sincanê

PeyamaKurd -  Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku di çarçova ‘qanûna bergiriya xebitandina Ûygûriyan’ de, bi sedema bi zorê Ûygûriyan dixebitînin, givaşê danî ser 2 şîrketên Çînê ku hilberîna xwe li herêma otonom ya Ûygûriyan de dikin.

Di biryara givaşê de, qedexeya îtxalata alavên ku hildiberînin heye û hem dê wan ji nav zincîra amadekariyê derxin.

Wezareta ewlehiya hundir ya DYA ragihand ku şîrketa Çînê ya hesinê pola hildiberîne ya bi ser grûba Baowu û şîrketa ku ji aspartik asitê şîraniyê bidest dixe ya bi navê Çangcou Guanghui hene.

Cara yekeme ku DYA givaşê datîne ser şîrketên ku bi zorê kesan dixebitînin. Musteşarê ewlehiya navxwe ya DYAyê Robert Silvers got ku biryar nîşana paqijkirina şîrketên amadekariyê ye ku bi zorê karkeran dixebitînin û weha dewam kir:
“Biryara me ji bo temamê sektora ye. Em ê di her cûre sehayê de kesên ji îstîsmarê fêde dibînin, tesbîtkirina wan dewam dikin û tedbîran deynin ser wan.”