DYA, Îngîltere û Fransa li ser pêsdeçûnên dawiyê yên Rojhilata Navîn axifîn
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê DYAyê Antony Blinken, yê Îngîltere David Lammy û yê Fransayê Stephane Sejourne di rêya telefonê de axifîn bê wê çawa karibin asta arîşeyên Rojhilata Navîn daxînin.
Li devera Îsraîl, Îran û Hîzbûllahê de pirsgirêk mezin dibe û dibe li herêmê şer belav bibe. Di axaftina Blinken û Lammy de bûn hemfikir ku divê asta dijminahiyê daxînin û ber li şer bigrin. Her dû wezîr behsa peyamana guhertina esîran kirin ku divê encam bide.
Di axaftina Blinken û wezîrê Fransayê Sejourne de, ji bo esîran her dû aliyan serbest berdin û alîkariya mirovî bişînin Xezzayê, divê agirbes bibe. Tehdîdên ku ji Îranê tên û zahmetiyên ku diafirînin, mijarên axaftina her dû wezîran bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin