DYA: Tu têkiliya me bi êrîsa li Samê re tune

03 April 2024 09:45 0 dîtin
DYA: Tu têkiliya me bi êrîsa li Samê re tune

PeyamaKurd – Koordînatorê Ragihandina Stratejîk a Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê John Kirby di daxuyaniya xwe ya derbarê êrîşa hewayî ya Îsraîlê ya li dijî Balyozxaneya Îranê ya li Şama paytexta Sûriyeyê da wiha got, "Tu eleqeya me bi êrîşa Şamê re tune."

Koordînatorê Ragihandina Stratejîk a Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Amerîkayê John Kirby derbarê êrîşa hewayî ya Îsraîlê ya li dijî Balyozxaneya Îranê ya li Şama paytexta Sûriyeyê de daxuyanî da.

Kirby got, "Ez nikarim pêşbîniyê bikim ku Rêbertî û Muhafizên Şoreşê wê çi bikin an nekin. Bila vê yekê eşkere bikim. Ti eleqeya me bi êrîşa li Şamê re tune. Bi ti awayî ew tevlî wê nebûn."