DYA û YE: Cîhan kesên ku ji aliyê Îranê ve têne kustin ji bîr nake
PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) darvekirina girtiye Kurd Mihemed Qubadlo bi “nedadiyê” pênase kir û ji alî rejîma Îranê ve li dijî xwepeşanderan domandina bikaranîna cezayê şermezar kir.
Wezareta Derve ya DYAyê, di derbarê ji alî rejîma Îranê ve darvekirina Mihemed Qubadlo de daxuyaniyekê belav kir. Wezaretê di daxuyaniyê de got: “Cîhan, kesên ku ji aliyê dezgeha dadweriyê ya Îranê ve hatine kuştin ji bîr nake.”
Cîgirrê Nûnerê Taybet ê DYA yê Îranê Abram Bailey jî li ser tora medyaya civakî li hember darvekirina Mihemed Qubadlo bertek nîşan da û vê bizava rejîma Îranê bi tûndî şermezar kir.
YE: Darvekirina xwepeşanderan rawestîne
Yekitiya Ewropayê (YE) jî bi daxuyaniyekê, ji ber darvekirina xwepêşanderê Kurd Mihemed Qebadlo rejîma Îranê şermezar kir û daxwaza rawestandina demildest a darvekirina xwepêşanderan jê kir.
Yekîtiyê her wiha ji rejîmê daxwaza pabendiya yasayên navneteweyî yên ku mafên sivîl û siyasî mîsoger dikin kir.
Fûtbolîst Elî Kerîmî: Komara Sêdarê
Her wiha fûtbolîstê berê yê Îranî Elî Kerîmî ku leyztikvanê tîma neteweyî ya Îranê bû û piştevanê serhildana sala çûyî ya li dijî rejîma Îranê bû, li ser rûpeya tora civakî ya X’ê, bi heştaga “Komara Sêdarê” bertek şanî darvekirina Mihemed Qubadlo da.
Kerîmî di peyama xwe de wiha nivîsî: "Piştî ev çend xwîn li ser vê axê hate rijandin, şerm e jiya û şerm e ku em rûniştin û me temaşe kir."
Kerîmî bi ser hesabê xwe yê Instagramê jî bertek nîşan da û got: "Em her çend bêdeng bin, ew ê dor bê ser me jî."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin