Karmendekî ewlekariya Îranê ji aliyê kesên nenas hat kustin

29 May 2022 17:06 0 dîtin
Karmendekî ewlekariya Îranê ji aliyê kesên nenas hat kustin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku karmendekî hêzên ewlekariyê yê Îranê li Dêlgan a girêdayî Sîstan Belûçistanê ji aliyê kesên nenas ve bi guleyan hat kuştin.

Hat diyarkirin ku bûyer roja Înê 27ê Gulanê rû daye, karmendê rejîma Îranê yê bi navê Ebas Rahencam ji aliyê kesên nenaskirî ve bi guleyan hatiye kuştin û hevjîna wî jî birîndar bûye.

Li gorî çavkaniyên Îranî, ew kesê hatiye kuştin, di xwepêşandanan de azara xelkê Belûç kiriy û destwerdana tundiyê li xwepêşenderan kiriye.

Hêjayî bibîrxistinê ye, di nav çend hefteyên derbasbûyî de, li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê û cihên din yên Îranê hejmarek efser û karmendên Îranê di encama êrîşên kesên nenaskirî de hatine kuştin.