DYAyê li NYyê pêsnûmaya Xezzeyê red nekir: Îsraîlê çûna DYA ya sandeya xwe betal kir

26 March 2024 09:42 0 dîtin
DYAyê li NYyê pêsnûmaya Xezzeyê red nekir: Îsraîlê çûna DYA ya sandeya xwe betal kir

PeyamaKurd - Piştî ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di dengdana agirbesta li Xezzeyê ya li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) de bêalî ma, Îsraîlê serdana şandeya xwe ya ku wê ji bo mijara Refahê biçûya Washîngtonê betal kir.

Pêşnûmaya agirbestê ya li KENYyê bi 14 dengên 'erê' û dengekî 'bêalî'  hate pesendkirin.

Buroya Çapemeniyê ya Serokwezîrtiya Îsraîlê di derbarê mijarê de daxuyaniyek da û li hemberî pesendkirina pêşnûmaya agirbestê bertekeke tund nîşan da.

Di daxuyaniya Serokwezîrtiyê de hat gotin ku "DYA metna nû ya banga agirbestê ya ku behsa berdana girtiyan nake veto nekir. Ev helwesta DYA ya di dengdana li KENYyê de, wê ziyanê bide şer û serbestbûna dîlên di dest Hemasê de. Civaka navneteweyî behsa berdana dîlan nake û agirbesteke wiha hêviyê dide Hemasê.

Pêşnûmaya KENYyê

Li KENYyê ji bo li Xezeyê agirbesteke mayînde pêk bê pêşnûmaya biryarê ya ku tê de tê xwestin ku di meha Remezanê de agirbesteke bi lez bihê pêkanîn hate pesendkirin.

Di konseya ku 15 endamên wê hene de pêşnûmaya ku ji aliyê Cezayîr, Ekvator, Guyana, Japonya, Malta, Mozambîk, Koreya Başûr, Sierra Leone, Slovenya û Swîsreyê ve hatibû amadekirin bi 14 dengên 'erê' û dengekî 'bêalî' hate pesendkirin.