Amerîka dê pêsnûmaya çareseriyê pêskêsî NYyê bike
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rubio di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Xê de ragihand ku Washington dê pêşnûmeya biryara derbarê çareserkirina şerê Ûkraynayê li Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî pêşkêş bike.
Rubio ragihand ku pêşnûma wê di 24ê Sibatê de bê pêşkêşkirin û got ku “Amerîka wê çareseriyeke berbiçav pêşniyar bike ku hemî endamên Neteweyên Yekbûyî divê piştgiriyê bidin rêyek aşitiyê.”
Her weha got ku Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi biryar e ku şerê li Ûkraynayê bi dawî bike.
Daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê ku di nav posta Rubio de cih girt.
Tê de tê gotin ku Trump ji bo bidawîkirina şerê Rûsya û Ûkrayna û çareseriyekê ku dê bibe sedema aştiyeke mayînde, ne tenê rawestana demkî ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin