Efrîn | 5 welatiyên Kurd ku Kurdên Êzîdî jî nav wan de hene hatin revandin

11 December 2021 15:00 0 dîtin
Efrîn | 5 welatiyên Kurd ku Kurdên Êzîdî jî nav wan de hene hatin revandin

PeyamaKurd – Li Efrînê 5 welatiyên Kurd ku Kurdên Êzîdî jî nav wan de hene, ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatin revandin.

Çavkaniyêb xwecihî diyar kirin, çekdarên koma Feyleq El Şam ya ser bi Tirkiyê ve bi ser gundê Xezwiye yê girêdayî bajarokê Şêrawe yê Efrînê de girtin.

Li gor heman çavkaniyan, çekdarên wê komê 5 welatiyên Kurd ku 2 ji wan Êzîdî ne revandin û heta niha jî çarenivîsa wan nediyar e.

Welatiyên hatine revandin: Zerdeşt Birîmo yê 33 salî, Celîl Birîmo yê 35 salî, Zînar Kêfo, Betal Kêfo û Silêman Mistefa

Herwiha ev her 5 welatiyên Kurd, berî niha jî ji aliyê heman komê ve hatibûn revandin.