Efrîn | Çekdaran du ciwanên revandibûn bi hezar dolarî berdan

23 April 2023 12:36 0 dîtin
Efrîn | Çekdaran du ciwanên revandibûn bi hezar dolarî berdan

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku komên çekdar ên bi ser Tirkiyê de, li gundewarê navçeya Raco ya Efrînê 2 ciwanên Kurd revandin û îşkence li wan kirin. Piştî dayîna hezar dolarî jî ew serbest berdan.

Li gorî zanyariyan çekdarên koma bi navê Feyleq El Mecd a bi ser Tirkiyê de, 2 ciwanên ji gundê Zerka yê navçeya Raco ya Herêma Efrînê revandine û îşkence li wan kirine.

Herwiha hat diyarkirin ku ew ciwan ji bo ku bi berdêla pere werin berdan hatine revandin û piştî dayîna hezar dolarên Amerîkî jî hatine berdan.

Fermandarê wê koma çekdar Ebû Welîd ku ji bajarokê Barîşa yê Idlibê ye û li gundê Zerka yê Racoyê, ciwanan direvîne û piştre jî wan bi dayîna hezar dolarî berdide.